Hevdîtinên DYE û Îranê wê li Ûmmanê bêne kirin ne li Tirkiyeyê
Tê payin ku hevdîtinên li ser nukleerê yên navbera DYE û Îranê, di 6'ê Sibatê de li paytexta Ûmman Maskatê bêne lidarxistin.
Tê payin ku hevdîtinên li ser nukleerê yên navbera DYE û Îranê, di 6'ê Sibatê de li paytexta Ûmman Maskatê bêne lidarxistin.
Hate ragihandin ku hevdîtin li ser daxwaza Tehranê ku xwest, cihê civînê ne li Stenbolê lê li Maskatê be hate plankirin û rêveberiya Trump jî ev pêşniyar qebûl kir.
Li gorî çapemeniya navneteweyî, tê payin ku di hevdîtinê de nûnerê taybet ê DYE'yê Steve Witkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abaas Arakçî yekser li hev rûnên.
Aliyê Îranê dixwaze danûstandin bi formata dualî bê meşandin û tenê li ser dosya nukleerê be. Tehran naxwaze bernameya fuzeyê ya balîstîk û piştgiriya bi komên hevalbend ên li herêmê bêne nirxandin. DYE jî dixwaze hevdîtin hîn berfireh be.
Çavkaniyên dîplomatîk dibêjin, tercîha li ser Ûmmanê rasthatin nîne, Maskat weke qenaleke cihê baweriyê tê dîtin ku demeke dirêj e di navbera Washington û Tehranê de navbeynkariyê dike. Beriya niha li paytextên welatên cuda yên Ewropa û Rojhilata Navîn hevdîtin hatibûn kirin, lê belê lihevkirineke şênber çênebû bû.
Hevdîtin wê di bin siya rageşiya zêde ya herêmê de pêk were. Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku balafireke bêmirov a bi tîpa Shahed-139 a Îranê li Derya Ûmmanê roja Sêşemê ku xwe nêzî keştiya balafiran a nukleerî USS Abraham Lincoln kiribû hate xistin.
Serokê DYE'yê Donald Trump hişyarî da ku eger lihevkirin nebe wê tiştên nebaş bibe.